Şam-SANA
Parêzerê Giştî yê Şamê, Dadwer Husam Xetab tekez kir ku biryara veqetandina odeyên dadwerîyê yên pispor ji bo rêça dadwerîya veguhêz di her dadgeheke parêzgehan de, bersivdaneke bilez e ji bo daxwazên rewa yên xelkê Sûrîyê yên derbarê darizandina tawanbaran û çespandina stûnên aramîya zagonî.
Dadwer Xetab îro Duşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: Ev ode dozgerîya giştî ji bo tomarkirina gilî û agahdarkirinan, rêveberîyeke lêpirsînê ya navendî û dadgeha tawanbaran a pispor li xwe digirin.
Ev yek wekî werçerxandineke karûbaran a cewherî tê hesibandin, ji ber ku derfetê dide hemwelatîyê zîyandîtî yan kesûkarên qurbanîyan ku rasterast li wê parêzgeha ku lê dijîn gilîyên xwe pêşkêş bikin, bêyî zehmetîya çûnûhatina di navbera daîreyan de, ku ev yek dema karûbaran kurt dike û çerxa dadperwerîyê lezgîn dike.