Şam – SANA
Cîgirê Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Yûsif Şeref ligel rêveberê Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya Niştecîkirina Mirovan li Sûrîyê Hiroshi Takabayashi, projeyên gilêşên hişk ên ku bername li parêzgeha Himsê bi cih tîne û berfirehkirina vê tecrubeyê ji bo parêzgehên din gotûbêj kirin.
Di civînê de pêşxistina gola gilêşê ya Dêr Be’elbeyê bi bikaranîna teknîka “Fukuoka” ya Japonî ji bo kêmkirina xazên karbonê û xurtkirina rêveberîya tenduristî ya gilêşan hat gotûbêjkirin. Ev teknîk pişta xwe bi lûleyên hewakirinê girê dide ji bo lezkirina hilweşînê, ku ev yek jîngehê diparêze û temenê gola gilêşê ya texmînî 3 salên din dirêj dike.
Takabayashi berê ligel Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir, rêyên nûjenkirina pira kargeha çîmentoyê li bajarê Restenê gotûbêj kiribûn, bi awayekî ku herikîna trafîkê li ser wê misoger bike û neyê rawestandin, hevdem ligel nêzîkbûna bidawîbûna karên restorekirina pira Restenê.