Şam-SANA
Yekîneyên ewlekarîyê yên ser bi Wezareta Hundir ve her du kesên bi nave “M.S.” û “Ş.E.” girtin, piştî ku hat piştrastkirin ku destê wan di êrişa ser avahîya Balyozxaneya Îmaratê de li Şamê hebû.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Yekşemê dîyar kir ku wê yekser dest bi girtina rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî tawanbaran kiriye, li gorî rênimayên qanûnî yên dîyarkirî.
Wezaretê tekez kir ku her êrişeke li ser nûneratîyên dîplomatîk “xeta sor” e û nayê qebûlkirin, û ew dê di parastina van nûneratîyan û misogerkirina rêzgirtina li pîvanên dîplomatîk de her dem hişyar û bibiryar be.