Şam-SANA
Wezareta Navxwe îro Yekşemê ragihand ku di her du rojên borî de sê zilamên rejîma berê, ku destê wan di tawanên li dijî şênîyên parêzgeha Dêrezorê hebûye, hatine girtin.
Wezareta Navxwe roja Çarşema borî jî ragihandibû ku di operasyonên ewlehîyê yên cuda cuda de, 10 kes ji bermahîyên rejîma berê hatine girtin.
Ev operasyon di çarçoveya hewldanên wezaretê û alîyên peywendîdar de tên ji bo şopandin û darizandina berpirsên rejîma berê yên ku destê wan di tawan û binpêkirinên li dijî gelê Sûrîyê heye. Her weha ev gav ji bo sepandina prensîba nefilitîna ji cezayan, pêkanîna dadwerîya veguhêz û misogerkirina mafên qurbanî û malbatên wan tê avêtin.