Parêzgeh-SANA
Duh roja Çarşemê, li seranserî Sûrîyê di encama 19 bûyerên trafîkê de, 23 sivîl birîndar bûn. Tîmên Berevanîya Sivîl alîkarîyên pizîşkî yên pêşîn pêşkêşî birîndaran kirin û ew veguhastin nexweşxaneyan.
Berevanîya Sivîl a Sûrîyê careke din daxwaz ji şofêran kir ku leza xwe kêm bikin, rewşa teknîkî ya wesayîtên xwe kontrol bikin û di dema ajotinê de dûrî telefonê bikevin.
Di heman çarçoveyê de, tîman 248 şewat vemirandin; 24 ji wan li nav zevîyên çandinîyê û 224 şewat li deverên cuda cuda bûn, ku zirarên wan tenê madî bûn û ti kes birîndar nebûye.





