Şam-SANA
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîyê Ebdilselam Heykel ragihand ku Desteya Birêvebir a Peywendî û Posteyê derbasî qonaxeke nû û girîng dibe li ser rêça bilindkirina jêhatîbûna xwe ya sazûmanî û rêxistinî. Ev yek wekî amadekarîyekê ye ji bo ketina operatorê nû yê telefona destan (mobîl) bo nav bazara Sûrîyê, û destpêkirina her du projeyên “Silk Link” û “Berq Net”ê.
Wezîr Heykel, di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê îro Yekşemê, dîyar kir ku Wezareta Peywendîtan di çarçoveya plana reform û pêşxistina sazîyên xwe de, di rakêşana pisporên Sûrîyê de berdewam e. Ev yek dê bibe alîkar ji bo avakirina bazareke peywendîyan a hevrik û dînamîk, ku bandoreke erênî li ser kalîteya xizmetguzarîyan û bihayên wan ji bo welatîyan bike.
Heykel bal kişand ser wê yekê ku pêşvebirina performansa Desteya Birêvebir di çarçoveya şopandina guhertinên teknîkî û rêxistinî de tê, yên ku sektora peywendîyan bi xwe ve dibîne. Her wiha armanc xurtkirina jîngeha veberhênanê ye, da ku asta jêhatîbûnê bilind bibe û xizmetên peywendîyan û înternetê li Sûrîyê baştir bibin.