Şam – SANA
Encumena Şaxê Sendîkaya Parêzeran li Şamê, di civîneke awarte û lezgîn de biryar da ku alîkarîya darayî ya lezgîn ji bo malbatên parêzerên ku di encama teqîna terorîstî de hatin kuştin, bê dayîn. Teqîn di 2ê Tîrmeha borî de qehwexaneyeke li Şamê armanc kiribû û bû sedema hejmarek kuştî û birîndarên sivîl.
Li gorî biryara ku şaxê sendîkayê îro Yekşemê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê weşandiye, ji bo malbata her parêzereke kuştî 15 milyon lîreyên Sûrîyê yên kevn tê dayîn, 10 milyon lîre yekser têne dayîn û 5 milyon lîreyên mayî paşê ji alîyê Sindoqa Hevkarîya Civakî têne dayîn. Her wiha, ji bo her parêzerê birîndar 5 milyon lîreyên Sûrîyê yên kevn têne dayîn ku ev jî yekser ji heman sindoqê têne pêşkêşkirin.
Her wiha biryarê, şaxê sendîkayê û sindoqên wê mecbûr kir ku hemû lêçûnên dermankirinê yên birîndaran heta başbûna temam li xwe bigirin, û komîteyên sindoqên alîkarîya lezgîn, hevkarî, û alîkarîya civakî peywirdar kirin ku li gorî qanûnên pejirandî alîkarîyên zêdetir pêşkêş bikin.