Şam-SANA
Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî hebûna binpêkirinên gendelîyê yên giran di nav Şirketa Giştî ya Pîşesazî û Bazarsazîya Çîmento û Materyalên Avahîsazîyê de li Şamê, di dema rejîma berê de eşkere kir.
Lêkolînan dîyar kir ku di cîbicîkirina peymana di navbera Şirketa Çîmentoya Edrayê ji bo pîşesazîya çîmentoyê û materyalên avahîsazîyê û şirketeke karsazîya avahîsazî û bazirganîyê de çend binpêkirinên bingehîn hene ku xwedîkar pabendî cîbicîkirina hemû xal û mercên lihevkirî nebûye.
Her wisa lêkolînan da zanîn ku komîteya çavdêrîyê ya ku bi şopandina kar hatibû erkdarkirin, di erkên xwe de xemsarî kiriye, ku ev yek bûye sedema xirabtirbûna rewşê; endamên komîteya çavdêrîyê û komîteya taybet bi xwendina cudahîyên bihayan bi tometa xemsarî û piştguhxistinê radestî dadgeha pewendîdar hatin kirin.
Dezgehê tekez kir ku bihêzkirina mekanîzmayên kontrolkirin û hesabpirsînê berpirsîyarî û erkek e ji bo garantîkirina cîbicîkirina baş a peymanan û parastina malê giştî ji bertelefbûn û xerab-bikaranînê.