Şam-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Hind Qebewat ligel malbatên zarokên windabûyî, û bi amadebûna komîteya eşkere kirina çarenivîsa zarokên girtî û yên bi kotekî hatine veşartin, dawîn geşedanên lêkolînan û rêkarên hatine girtin ji bo eşkere kirina çarenivîsa zarokên wan gotûbêj kirin.
Di civîna ku îro Sêşemê li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî pêk hat de, li ser mekanîzmayên koordînasyona berdewam ji bo hêsankirina pevguhertina agahîyan û nûkirina daneyan bi awayekî rêkûpêk hat lihevkirin, bi rengekî ku şefafîyeta şopandina dosyaya windabûyan misoger bike.
Wezîra Kar Hind Qebewat di 10ê Nîsana îsal de ragihandibû ku 314 dozên zarokên girtîyan ku di navendên lênêrînê de hatibûn bicihkirin hatine belge kirin, ku 194 ji wan zarokan bo malbatên wan hatine vegerandin, di heman demê de şopandina 612 dozên zarokên ku li gorî yasayê ligel malbatên din hatine bicihkirin berdewam dike.


