Şam-SANA
Dezgeha Sûrî ya Peywendîyan ragihand ku kabloyê deryayî yê navdewletî yê înternetê, di navbera Tertûs û Îskenderîyê de, nêzîkî perava Tertûsê, tûşî kiryareke wêrankarîyê bûye; ev yek bû sedema kêmbûna qebareya barê ku wî kabloyî vediguhest û bandor li kalîteya înternetê li parêzgehan kir.
Dezgehê dîyar kir ku wan dest bi tedbîrên teknîkî kirine, û hewl didin pisporên bîyanî yên şareza ji bo çaksazkirina kablo bînin, her weha amaje bi wê yekê jî kir ku çaksazkirina kablo hewcedarî demeke dirêj e ji ber alozîya wî karî.