Şam – SANA
Jêdereke ewlehîyê ji “SANA”yê re dîyar kir ku şaneya terorîst a ku îro 5 endamên wê hatine girtin, bi grûpeke berê re têkildar e ku di 11ê Nîsana vê mehê de, hewl dabû bombeyekê li ber mala kesayetîyekî olî li derdora Dêra Meryemîyê li Bab Tûmayê biçîne.
Jêderê eşkere kir ku wêneyê yek ji endamên şaneya terorîst wekî berpirsê hevahengîyê yê di navbera her du şaneyên terorîst de gelek caran hatibû weşandin, û destnîşan kir ku weşandina wêne ji bo vê sedemê bûye.
Wezareta Navxwe îro hilweşandina şaneyeke terorîst a çalak li çend gund û bajarokan, û girtina 5 endamên wê ragihandibû.