Şam-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan biryarek derxist ku li gorî wê otomobîlên Sûrîyên li Tirkîyê dijîn mehê carekê ji xerca ketina Sûrîyê tên efûkirin. Ev gav bi mebesta hêsankirina serdana wan bo cem malbat û kesûkarên wan, xurtkirina pêwendîyên civakî û sivikkirina barên çûnûhatina wan a ber bi Sûrîyê ve hat avêtin.
Li gorî biryara jimare 59 a ku Desteyê îro Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye: Otomobîlên geştyarî yên taybet ên welatîyên Sûrî yên ku li Komara Tirkîyê rûniştî ne, di dema derbasbûna nav axa Sûrîyê de, ji xerca derbasûna wesayîtan tên efûkirin.