Şam-SANA
Cîgirê Serokê Sendîkeya Parêzerên Sûrîyê Mihemed Selame, duh Sêşemê, pêkanîna “Komîteya Parêzeran a Xwebexş ji bo Parastina Qurbanîyên Taxa El-Tedamun”ê ragihand. Ev tevdîra yasayî ya taybet bi armanca şopandina tawanbar Emced Yûsif û her kesê ku tê piştrastkirin ku destê wî di rijandina xwîna gelê Sûrîyê de heye, hate wergirtin.
Selame di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku komîte dê li ser komkirina delîl û belgeyên tawankarîyê yên têkildarî tawanên li dijî xelkê taxa El-Tedamunê bixebite. Her wiha dê dosyayên yasayî yên pêwîst ji bo dozvekirinê li pêşberî dadgehên niştimanî û navdewletî amade bike, tevî pêşkêşkirina piştgirîya yasayî ya bêberamber ji bo kesên zirar dîtine û malbatên qurbanîyan.