Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê Omer El-Huserî tekez kir ku nîşaneyên xebatê pêşketineke gav bi gav di şêwazê bikaranîna asîmanê Sûrîyê de nîşan didin, ligel zêdebûna tevgera transîtê; ev yek jî bi saya hewldana mezin û profesyonelîya çavdêrên esmanî pêk hatiye.
El-Huserî îro Çarşemê di peyamekê de li ser platforma “X”ê dîyar kir ku ev pêşketin encama xebata berdewam e ji bo xurtkirina amadebaşîya teknîkî û sepandina pîvanên herî bilind ên ewlehîyê li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Balafirvanîya Sivîl (ICAO).
Her wiha El-Huserî destnîşan kir ku xebat bi awayekî cidî tê meşandin ji bo hevahengîya nirxandinên navneteweyî ligel rastîya xebatê, da ku jîngeheke esmanî ya ewle û pêbawer were dabînkirin. Wî bal kişand ser wê yekê ku Sûrîyê gav bi gav xwe ji nû ve bi tora balafirvanîya cîhanî ve girê dide.