Şam – SANA
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê ragihand ku yekîneyên pispor kesê bi navê “H.K.” girtin. Ev kes ji ber sivakatîkirina bi sembola ala Komara Erebî ya Sûrîyê hatiye girtin, ku armanca wî têkdana aramîya herêmê û derxistina fitneyê bû di dema bûyerên li devera Kobanîyê li Helebê, di dema pîrozbahîyên cejna Newrozê de.
Wezaretê îro Pêncşemê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê got: “Ji bo çespandina serwerîya qanûnê û parastina aştîya navxweyî, û di çarçoveya şopandina ewlehîyê ya bûyerên li devera Kobanîyê di dema pîrozbahîyên Newrozê de, yekîneyên me yên pispor karîn kesê bi navê ‘H.K.’ bigirin, ji ber ku wî sivakatî bi sembola ala dewletê kiribû.”
Wezaretê dîyar kir ku alîyên peywendîdar dest bi girtina hemû rênimayên qanûnî yên pêwîst li dijî wî kesî kirine, da ku wî radestî dadgeha pispor bikin û li gorî qanûnan cezayê xwe yê dadperwer bistîne.
Wezareta Navxweyî tekez kir ku ew ê li hemberî ti hewldanên binpêkirina sembolên neteweyî yan têkdana ewlehî û aramîyê bê deng nemînin, û dê bi hemû hêza xwe erkên xwe pêk bînin da ku aştîya civakî û rûmeta sazîyên dewletê biparêzin.