Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ê Sûrîyê Raid El-Salih tekez kir ku beşdarîya tîmeke pispor a Rêveberîya Berevanîya Sivîl a ser bi wezaretê ve di rahênana sêalî ya hevbeş a ji bo lêgerîn û rizgarkirinê li herêmên bajarvanî de, ku dewleta Qeterê mêvandarîya wê dike, di çarçoveya xurtkirina hevkarîyê û pevguhertina serpêhatîyan di warên bersivdana rewşên awarte û rizgarkirinê de tê.
Wezîr El-Salih di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê îro Yekşemê dîyar kir ku rahênan bi beşdarîya tîmên pispor ên Qeter, Sûrîye û Fransayê bi rê ve diçe, û senaryoyên rastîn û alozîyên cihêreng li xwe digire, bi awayekî ku derfetê dide tîmên beşdar ku amadebaşî û şîyanên xwe yên operasyonî di rewşên meydanî yên cuda de biceribînin, ligel xurtkirina hevahengîya hevbeş di cîbicîkirina erkên navdewletî de, û pêşxistina mekanîzmayên kar û hevkarîya di navbera tîmên pispor de.