Şam – SANA
Mersûma serokatîyê ya hejmar 13 a sala 2026an, a ku serok Ehmed El-Şeri’ êvara duh Înê derxistibû, pêngaveke dîrokî ye ku bi dehan salan ji piştguhkirin û dûrxistina li dijî Kurdên Sûrîyê bi dawî dike, û rûpeleke nû ya li ser bingeha hevwelatîbûna tam, wekhevî û dadperwerîyê li Sûrîyê ya piştî rizgarkirinê vedike.
Mersûm tekez dike ku Kurdên Sûrîyê parçeyekî resen ji pêkhateya niştimanî ya Sûrîyê ne, û nasnameya wan a çandî û zimanî hêmanekî bingehîn e ji nasnameya niştimanî ya giştî, ya piralî û temamker.
Ev Mersûm wekî lûtkeya rêbazekê tê ku dewletê ji roja yekem a rizgarkirinê ve dest pê kiriye, dema ku destê xwe dirêjî hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê kir bêyî cudakarî, û pêngavên pratîkî avêtin ji bo çareserkirina bandorên sîyasetên berê yên ku peywendîyên civakî têk dabû û di navbera kurên yek welatî de cudahî kiribûn.