Şam-SANA
Cîgirê Giştî yê Komara Erebî ya Sûrîyê, Dadwer û Şêwirmend Hesan El-Turbe, tekez kir ku cîbicîkirina qanûnê û darizandina tawankarên mezin li pêşberî dadgerîya Sûrîyê rêya rast e ji bo pêkanîna dadwerîya veguhêz, û bal kişand ser wê yekê ku rûniştinên darizandinê koka vê proseyê pêk tînin.
Dadwer Turbe di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Çarşemê dîyar kir ku Wezareta Dadê li ser cîbicîkirina qanûnê û darizandina tawankaran kar dike, û anî ziman ku hesabxwestin yek pêşgavîyên pêkanîna dadwerîya veguhêz e.
Cîgirê Giştî destnîşan kir ku rêça dadwerîya veguhêz li Sûrîyê xwe naspêre amrazekê tenê, belê xwe dispêre amrazên tekûz ên yasayî, hiqûqî û sîyasî, û dîyar kir ku Wezareta Dadê hevkarîyê digel Wezareta Navxwe, Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz û Desteya Niştimanî ya Windayan dike ji bo şopandina her kesê ku binpêkirinek li dijî gelê Sûrîyê encam daye û radestirna wî ji bo dadwerîyê.