Şam – SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî tekez kir ku Sûrîye rûbirûyî kêşeyên jîngehê yên her ku diçe zêde dibin dibe; wekî kêmbûna avê, çolbûn, şewat û bandorên guherîna avhewayê.
Her wiha destnîşan kir ku parastina jîngehê bûye beşeke serekî ya hewldanên başbûn û jinûveavakirinê, her wesa yek ji planên hikûmetê yên girêdayî sektorên pîşesazî, enerjî, geşepêdana xwecihî û aborîyê.
Wezîr Enceranî îro Înê bi rêya Facebookê dîyar kir ku wezaret li ser parastina pirrengîya zîndeweran û kokên genetîk ên Sûrîyê û têkoşîna li dijî nêçîra neqanûnî kar dike.
Her wiha ji bo baştirkirina kalîteya hewa û avê, û çareserkirina sergoyên çopê yên belawela ji bo kêmkirina pîsbûnê û baştirkirina rewşa jîngehê û tenduristîyê dixebite.