Şam-SANA
Sazîyên ewlehîyê ragihandin ku tawanbarê ku jinek ligel keç û xwişka wê di hundirê mala wan li bajarê Dareyayê li gundewarê Şamê, berbanga roja Pêncşema borî, kuştibûn, hat girtin.
Jêdereke ewlekarîyê ji “SANA”yê re ragihand ku “Yekeyên pispor û şaxê Ewlehîya Tawankarîyê, dema ku nûçe gihîşt wan, dest bi komkirin û analîzekirina delîlên teknîkî û meydanî kirin, ku di encamê de nasnameya tawanbar hat naskirin, û di kêmtirî 24 saetan de piştî pêkanîna tawanê, hat girtin.”
Heman jêderê weha jî got: “Di encama lêpirsîna rasterast û arastekirina tuhmetê tevlî delîl û belgeyan, kujer (A.E) mukur hat ku wî tawan bi rêya amûreke tûj pêk anîye, û dîyar kir ku sedema vê tawanê nakokîyeke madî ya di navbera wan de ye, ku wî dixwest 5 mîlyon lîreyên xwe, yên Sûrî, vegerîne.”