Şam – SANA
Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir tekez kir ku sektora veguhastinê li Sûrîyê rola xwe ya jîyanî di piştgirîkirina aborîya niştimanî û ewlekirina tevgera veguhastina rêwî û kelûpelan de didomîne, tevî astengîyên mezin ên ku di asta binesazî û şîyanên karkirinê de rûbirûyî wan dibe.
Wezîr di axaftineke xwe de ji bo nûçegihana SANAyê îro Çarşemê, lê zêde kir: Wezaret li ser cîbicîkirina pakêteke giştgîr a bername û projeyan kar dike, ku armanca wan nûjenkirin û pêşxistina sektorê ye, bi awayekî ku kêrhatî û berdewamîya wê di salên pêş de xurt bike.