Şam – SANA
Wezareta Rêveberîya Xwecihî, bi hevkarîya (UN-Habitat), dest bi weşandina raporên nirxandina zîyanên şer li hemû parêzgehan kir. Ev kar bi rêya lîjneya teknîkî tê kirin ku zîyanên xanî, binesazî û xizmetguzarîyan dijmêre, da ku stratejîyên jinûve avakirinê werin danîn.
Zêdetirî 95 hezar xanî û yekîneyên niştecihbûnê li Der′ayê zîyan dîtine.
Wezaretê rapora parêzgeha Der′ayê aşkere kir, ku tê de hatiye belgekirin ku 95 hezar xanî zîyan dîtine (ji wan 33.400 bi temamî hatine rûxandin) û 55 firinên nan jî zîyan dîtine. Wezaretê tekez kir ku ev raporên ku li ser bingeha lêkolînên seretaya sala 2025an hatine amadekirin, wekî çavkanîya fermî û bingeha sereke ya danîna stratejîyên jinûve avakirinê û arastekirina piştgirîya navdewletî û mirovî têne hesibandin.