Şam-SANA
Serokê Sendîkeya Parêzerên Sûrîyê Mihemed Elî El-Tewîl tekez kir ku dîtina cebilxaneyên kîmyewî û materyalên ku di çêkirina gaza sarînê de têne bikaranîn ji serdema rejîma berê, wekî belgeyeke madî ya pir girîng di avakirina her dosyeyeke dadwerî ya têkildarî tawanên bikaranîna van çekan li dijî Sûrîyan tê hesibandin.
Di daxuyanîyeke taybet de ji bo SANAyê, El-Tewîl destnîşan kir ku di yasaya tawankarîya navdewletî de belgeyên madî ji bihêztirîn amûrên piştrastkirinê ne û dîyar kir ku ev belge her tim bi serê xwe ne “biryarder” in, lê bingeheke sereke ne ji bo îsbatkirina qewimîna tawanê û celebê çekên hatine bikaranîn.
El-Tewîl eşkere kir ku girtina efser û pisporên bernameya kîmyewî dergehê eşkerekirina “zincîra fermanê” vedike, ku ew bingeha berpirsyarîya tawankarî ye di tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê de. Navborî li dawîyê bal kişand ser wê yekê ku lêpirsîn ne tenê bi encamderên rasterast re sînordar e, lê digihîje kesên ku ferman dane, hêsankarî kirine yan tawan veşartine.