Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêveberina Karesatan a Sûrîyê, ragihand ku hejmara giştî ya şewatên ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê ya ser bi wezaretê ve di meha Hezîrana borî de bersiva wan dabû, gihîşte 6500 şewatan.
Wezaretê îro Yekşemê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku ev şewat wisa hatine dabeşkirin: 4026 şewat ji wan di zevî û berhemên çandinîyê de bûn, û 2474 şewatên din jî li cîhên cuda cuda bûn mîna (mal, dikanên bazirganîyê, giha, dar, zibil û têlên elektrîkê).