Şam- SANA
Cîgirê Wezîrê navxwe Lîwa Ebdilqadir Tehan, û Alîkarê Rêveberê Îdareya Koç û Pasaportan Eqîd El-Welîd Erabî, ligel şandeke payebilind ji balyozxaneya Brîtanyayê ku tê de Nûnera Taybet a Brîtanya bo Karûbarên Sûrîyê Ann Snow û Rêveberê Karûbarên Koçberîya Navdewletî Kingsley Green amade bûn, mijarên girêdayî koçberîya navdewletî û mekanîzmayên hevahengîyê gotûbêj kirin.
Wezareta Navxwe eşkere kir ku her du alîyan di hevdîtina ku îro Pêncşemê li Şamê pêk hat de, rê û pêngavên ji bo hêsankirina proseyên vegera penaberên Sûrîyê bi awayekî ewle û birêkûpêk gengeşe kirin.



