Şam-SANA
Serokê Encumena Dewletê Dadwerê Şêwirmend Ebdulrezaq Ke’dî tekez kir ku mersûma hejmar 13 ya sala 2026an a girêdayî welatîyên Kurd ên Sûrîyê, gaveke dîyarker e di tekûzkirina dewleta qanûnê û parastina mafên çandî û zimanî di hundirê çarçoveyeke niştimanî ya hembêzker de ku tê de maf û erk bi hevdu temam dikin.
Duh Înê, Kedî di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re da zanîn ku ev araste xwedîderketina Serokatîya Komarê li hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê û sekinandina li ser dûrîyeke wekhev ji her kesî nîşan dide, di çarçoveya dadmendî û wekhevîyê de, bi awayekî ku bawerîya di navbera dewletê û welatîyên wê de xurt dike.
Li dawîyê jî, Kedî amaje pê kir ku rêzgirtina li pirrengîya çandî û zimanî stûneke bingehîn e ji stûnên aramîya dezgevanî û civakî, û çespandina dewleteke ku li ser dad û wekhevîyê ava dibe û tê de welatîbûna wekhev bi gotin û kirinê pêk tê.