Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih hişyarî da li ser metirsîya melevanîyê di çemê Firatê de piştî ku asta avê bilind bûye û herikîna wê tund bûye. Wî bang li xelkê, bi taybetî li zarokan kir, ku di dema Cejna Qurbanê ya Pîroz de jîyana xwe nexin metirsîyê.
Wezîr El-Salih di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê îro Çarşemê got: “Xelkê min ê li ser perava çemê Firatê, ji kerema xwe re em naxwazin cejn bibe trajedî.”
Di berdewamîya daxuyanîya xwe de got: “Piştî bilindbûna asta avê û tundbûna herikînê çemê Firatê veguherîye kujerekî tirsnak. Melevanîya tê de mirineke misoger e, heta ji bo kesên ku melevanîyê baş dizanin jî. Ji kerema xwe jîyana xwe nexin metirsîyê, hay ji zarokên xwe hebin û nehêlin melevanîyê tê de bikin.”