Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Niştecîbûnê, li avahîya wezaretê, bi Kompnaya “Emar” a Xanûberan a Îmaratî û bi hevkarîya Koma “Overseas Investment”ê re, pêveka girêbesta projeya “Dergehê Heştem” li devera Yafûrê ya gundewarê Şamê îmze kir. Ev yek bi amadebûna Wezîrê Karên Giştî û Niştecîbûnê Mistefa Ebdulrezaq pêk hat.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Yekşemê dîyar kir ku ev proje yek ji girîngtirîn projeyên xanûber û bazirganî yên nûjen e li Sûrîyê, çimkî xwedî cihekî stratejîk û rûbereke berfireh e ku niştecîbûn, bazirganî û xizmetguzarîyan di nav jîngeheke avahîsazîyê ya pêşketî de kom dike.
Proje binesazîyeke xizmetguzarîyê ya temam pêşkêş dike ku sîstemên ewlehî, parastin, çaksazîya berdewam, elektrîk û xizmetên ragihandin û înternetê li xwe digire. Ev proje wekî jîngeheke here baş ji bo jîyan, kar û veberhênanê tê hesibandin û pêgeha wê wekî yek ji projeyên geşepêdanê yên herî nûjen li derdora Şamê xurt dike.
