Şam-SANA
Li Sûrîyê di 24 demjimêrên borî de, ji ber şewat û bûyerên trafîkê yên ku tîmên Parastina Sivîl bersiva wan dane, 13 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl dîyar kir ku tîmên wê bersiv dane 17 bûyerên trafîkê ku 11 kes ji encama wan birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Her weha tekezî li ser giringîya kêmkirina lezê, kontrolkirina rewşa teknîkî ya wesayîtan û dûrketina ji bikaranîna telefonê di dema ajotinê de kir.
Di heman demê de tîman 181 şewat vemirandin ku 18 ji wan li nav zevîyên çandinîyê û yên din jî li malan û deverên cuda cuda bûn, ku di encamê de du sivîl birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Parastina Sivîl tekezî li ser wê yekê kir ku divê agir li daristan û zevîyan neyê vêxistin, cixare neyên avêtin û gîyayên hişk neyên şewitandin.







