Şam – SANA
Parastina Sivîl a Sûrî di Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de, hişyarî da niştecihên parêzgehên Reqa û Dêrezorê yên ku li nêzî çemê Firatê dijîn, derbarê bilindbûna asta avê li ser peravên çêm. Ev hişyarî bi armanca xurtkirina rêkarên silametîya giştî û xweparastinê li herêmên nizm ên derdorê hat girtin.
Parastina Sivîl piştrast kir ku di dema niha de tu metirsîyeke rasterast li ser gund û bajarokan nîne, û bal kişand ser berdewamîya bilindbûna rêjeya ava ku tê, wekî encama barana zêde ya îsal. Rêjeya tijebûna gola Firatê %97 derbas kiriye, ku ev yek cîbicîkirina rêkarên karkirinê yên xweparastinê yên guncav dixwaze.
Parastina Sivîl dîyar kir ku mirov dikare hişyarî û rêkarên silametîyê bi rêya lînkê bişopîne.
Ji bo vê yekê, Sazîya Giştî ya Bendava Firatê ragihand ku tibaba ava ku di ser bendava Kedîranê re derbas dibe, ji 500 metre sêca (kub) bilind kiriye û gihandiye nêzî 800 metre sêca di çirkeyekê de. Armanca vê rêkarê ew e ku rê li ber bilindbûna ji nişka ve ya asta avê were girtin, ligel banga li welatîyan ku ji bo dûrketina ji zirarên madî, ji çêm dûr bikevin û amûrên xwe yên çandinîyê hildin.