Dera – SANA
Rêveberîya Plandanîn û Amarê ya parêzgeha Derayê duh Şemîyê bi hevkarîya Rêxistina Navneteweyî ya Kar û Yekîtîya Ewropayê, dest bi pêkanîna lêkolîna giştî ya hêza kar kir ku dê 40 rojî bidome; mebest ji vê pêngavê komkirina zanyarîyên hûr û berfireh e derheqê rastîya bazara kar û pêdivîyên wê de.
Parêzgeha Derayê duh Şemîyê li ser kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku tîmên lêkolînê yên meydanî dê vî karî bi rê ve bibin û ji bo vî karî kertên fermî yên pênasînê bi wan re hene, da ku bi dirustî daneyên pêwîst li ser rewşa kedkar û hêza kar li seranserî parêzgehê tomar bikin.
Parêzgehê her wiha da xuyakirin ku armanca lêkolînê şopandina sedemên bêkarîyê ye, ligel naskirina çînên curbicur ên hêza kar û vekolîna li ser belavbûna wan a demografîk û aborî; zêdebarî destnîşankirina pêdivîyên siberojê li gorî pîvanên navneteweyî yên hûrbîn.