Şam – SANA
Wezîrê Navxweyî Enes Xettab pêşwazîya şandeke Sûrîyên Mesîhî kir. Di hevdîtinê de wî tekez kir ku wezaret girîngîyê dide parastina mafên hemû pêkhateyên civakê û piştgirîkirina beşdarîya wan di jîyana giştî de.
Her wiha wezîr bal kişand ser berpirsyarîya wezaretê di xurtkirina ewlehî, yekrêzîya niştimanî û hevwelatîbûnê de.

Di hevdîtinê de rola civaka sivîl di piştgirîkirina hewldanên hukûmetê de ji bo çespandina aramîyê û rûbirûbûna pirsgirêkan hate nirxandin.



