Şam-SANA
Wezareta Peywendî û Teknolojîya Zanyarîyan ragihand ku ji bo parastina bikarhêneran li Sûrîyê, gihîştina malperên elektronîk ên şertanê û qumarê hatiye rawestandin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Yekşemê dîyar kir ku wê rêkarên pêwîst wergirtine ji bo rawestandina gihîştina hejmarek malperên qumar û şertanê yên ku welatîyan li Sûrîyê dikin armanc. Ev yek li ser bingeha gilî û gazinên ku gihîştine wan û ji bo parastina bikarhêneran û xurtkirina ewlehîya qada dîjîtal hat encamdan.
Wezaretê destnîşan kir ku bi awayekî fermî ji platformên torên civakî daxwaz kiriye ku rêkarên pêwîst wergirin, da ku reklamên girêdayî van malperên ku bikarhêneran li Sûrîyê dikin armanc, rawestînin.