Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Dadwerîya Veguhêz derbarê eşkerekirina çarenivîsa zarokên Ranya El-Ebasî daxuyanîyekê dide
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Dadwerîya Veguhêz derbarê eşkerekirina çarenivîsa zarokên Ranya El-Ebasî daxuyanîyekê dide

Dadwerîya Veguhêz derbarê eşkerekirina çarenivîsa zarokên Ranya El-Ebasî daxuyanîyekê dide

Hat weşandin: 2026/05/30 11:00 PM
Hat nûkirin: 2026/05/31 11:48 AM

Şam-SANA

Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz tekez kir ku doza çarenivîsa zarokên Dr. Ebdulrehman Yasîn, hevjînê Dr. Ranya El-Ebasî, wekî yek ji dozên mirovî yên biêş e ku kurteya azarên bi hezaran malbatên Sûrî nîşan dide. Desteyê dîyar kir ku ew berdewam e li ser xebata piştgirîkirina rêyên eşkerekirina rastîyê û lêpirsîna qanûnî, bi awayekî ku darizandina her kesekî ku destê wî di tawan û binpêkirinên giran ên li dijî jin û mêrên Sûrî hatine kirin de were selmandin, misoger bike.

Desteyê di daxuyanîyeke xwe de ku kopîyeke wê îro Şemîyê gihîşt SANAyê zelal kir ku ew tiştên ku Desteya Niştimanî ya Windayan derbarê encamên lêkolînên têkildarî çarenivîsa zarokan de ragihandine, dişopîne. Ev yek piştî salên dirêj ên êş û bendewarîyê tê ku malbatê û her kesê ku ev doz şopandiye tê de jîyane, wekî ku yek ji dozên sembolîk ên windakirina bizorê ye li Sûrîyê.

Desteyê bal kişand ser wê yekê ku ev doz wekî yek ji dozên mirovî yên biêş e ku kurteya azarên bi hezaran malbatên Sûrî yên ku hîn jî li benda zanîna çarenivîsa kesûkarên xwe ne nîşan dide. Her wiha giringîya berdewamîya hewldanên niştimanî ji bo eşkerekirina rastîyê bi temamî û bêyî tu îstîsnayekê tekez kir, ligel parastina mafê qurbanî û malbatên wan di zanîn û heqdayînê de.

Desteyê tekez kir ku mafê qurbanî û malbatên wan di zanîna rastîyê de mafekî resen e û bi demborîbûnê winda nabe, û gihîştina bi agahîyên xwedîbelge derbarê çarenivîsa qurbanîyan de pêngaveke bingehîn e li ser rêya dadwerîyê.

Desteyê bal kişand ser wê yekê ku eşkerekirina çarenivîsê, tevî girîngîya wê ya mirovî û exlaqî ya pir mezin, dosyaya dozê nagire û rêça dadwerîyê bi dawî nake, belkû derî li pêşberî temamkirina eşkerekirina hemû rastî û hûrgilîyên pê ve girêdayî vedike, û destnîşankirina berpirsên wê, heçkû kî dibin bila bibin û alîyên li pişt wan rawestîyane çi dibin bila bibin.

Desteyê dîyar kir ku ew karê li ser piştgirîkirina rêyên eşkerekirina rastîyê û lêpirsîna qanûnî berdewam dike, bi awayekî ku darizandina her kesekî destê wî di tawan û binpêkirinên giran ên li dijî jin û mêrên Sûrî hatine kirin de were selmandin, bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar misoger bike. Her wiha çespandina prensîba nehêlana revê ji cezayê, wekî ku yek ji bingehên pêwîst e ji bo avakirina bawerîya bi sazîyan û pêkanîna heqdayînê ji bo qurbanî û malbatên wan.

Desteyê tekez kir ku rastîya tam ne tenê bi zanîna çarenivîsa qurbanîyan sînordar e, belkû têgihiştina tiştê ku qewimîye, çawa qewimîye, û kî di ber de berpirsyar bû jî li xwe digire, bi awayekî ku pişkdarîyê di parastina bîrdanka niştimanî de dike û misogerkirina dubarenebûna binpêkirinên weha di paşerojê de.

Bang li dezgehên ragihandinê û raya giştî jî kir ku bi asta herî bilind a berpirsyarî û rêzgirtina mirovî nêzîkî vê dozê bibin, û xwe ji belavkirina her materyal an agahîyên bêbelge yan yên ku rûmeta qurbanîyan binpê dikin yan taybetmendîya malbatê xera dikin, dûr bixin.

Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz sersaxî û hevxemîya xwe ya ji dil pêşkêşî endamên malbata peywendîdar bi van encaman kir, û hevgirtina xwe ligel hemû malbatên windayan û yên bi zorê hatine windakirina li Sûrîyê tekez kir, ligel pabendbûna xwe bi berdewamîya cîbicîkirina berpirsyarîyên xwe li hember qurbanî û malbatên wan, bi awayekî ku mafê wan di zanîn û dadwerîyê de biparêze û rûmeta wan biparêze.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Niştimanî ya Windayan berê îro ragihandibû, ku ew gihîştine encamên pêbawer û lihevhatî ku rê dide derencameke bi asteke bilind a bawerîya pîşeyî derbarê mirina zarokên Dr. Ranya El-Ebasî de. Desteyê berî her ragihandineke giştî, endamên malbata peywendîdar ji van encaman agahdar kirine, li gorî protokoleke mirovî û pîşeyî ku mafê malbatê di zanînê de wekî pêşengîyeke bingehîn li ber çavan digire, û rûmet û selametîya wan a derûnî diparêze.

Hevdîtinên Devkî yên Pêşbirkeya Karên Îdarî li Wezareta Perwerdeyê Dest Pê Kir
Berhevkirina Daxwaznameyên Hemwelatîbûnê yên Kurdên Sûrîyê Hat Temamkirin
Posteya Sûrîyê Xizmeta Gihandina Paket û Kelûpelan di navbera Parêzgehan de Çalak Dike
​Destpêkirina Projeya Abyat Hills li Gundewarê Şamê
Sûrîye.. Seqayeke nearam û hişyarî ji ber baranên gur, ba û bahozên tozê hene 
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Duyemîn Civîna Hikûmetê di navbera Sûrîyê û Misrê de li Şamê Hat Lidarxistin

September 16, 2026

Sûrîye Hewldana Hûsîyan ya Armanckirina Bajarê Mekeyê Şermezar Dike

September 16, 2026

Wezareta Karûbarên Civakî û Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Çalakirina Rola Revenda Sûrî Gotûbêj Dikin

September 16, 2026

Sûrî Peymana Çarçoveya Programa Welatî bi Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî re Îmze Dike

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?