Şam-SANA
Rêveberê Têkilîyan li Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan Mazin Elûş tekez kir ku dergehê sînorî yê Cûsîyê yê ligel Libnanê, di tevgera rêwîyan de tevgereke mezin dibîne, ev yek jî bi saya rêkxistin û hêsankarîyên ku tên pêşkêşkirin e.
Elûş di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê duh Şemîyê got: “Zêdetirî 3 mîlyon û 415 hezar rêwî di çar mehên pêşîn ên îsal de di dergehên sînorî yên Sûrîyê re derbas bûne, di nav wan de mîlyonek û 266 hezar kes ji Libnanê hatine.”

Navborî bal kişand ser xwesteka Desteyê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankarîyan ji bo rêwîyan, bi rêya bilindkirina asta jêhatîya karmendên dergehên sînorî, hêsankirina rêkaran û danîna têkilîyê ligel welatên cîran ji bo rakirina astengîyên li pêşiya tevgera rêwî û barhilgirên bazirganî.
