Hesekê-SANA
Hejmara giştî ya rêwîyên ku di dergehê sînorî yê Til Koçer (Ye’rubîye) yê li parêzgeha Hesekê bi Komara Iraqê re derbas bûne, ji dema jinûvekirina wî di dawîya Nîsana borî de, gihîştiye nêzîkî 34 hezar kesî.
Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê duh Pêncşemê li ser kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku kadroyên dergehê Ye’rubîyê seranserê saetên kar ên pejirandî kar ji bo hêsankirina rêkarên derbasbûn û derketinê, rêkûpêkkirina tevgera rêwîyan û pêşkêşkirina xizmetan dikin, bi awayekî ku dema bendewarîya rêwîyan kêm bike û leza encamdan û temamkirina karûbaran misoger bike.
Desteyê da zanîn ku ev çalakî asta amadebaşîya xebitandinê ya dergeh û hewldanên ji bo baştirkirina mekanîzmayên kar û pêşxistina xizmetên ku têne pêşkêşkirin nîşan dide, bi rengekî ku şîyana wî ya hilgirtina barê tevgera çûn û hatinê di navbera her du welatan de ya ku her diçe zêdetir dibe xurt bike.
Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê, berdewam e di cîbicîkirina planên xwe yên ji bo pêşxistina binesazîya xizmetguzarî û xebitandinê de li dergehê Ye’rubîye û bilindkirina asta şarezaya karmendan û pêdivîyên wî yên lojistîk, bi awayekî ku piştgirîya birêkûpêkirina tevgera rêwîyên her du alîyan bike û rola dergeh a xizmeta deverên rojhilat xurt bike.