Şam-SANA
Gelê Sûrîyê îro Çarşemê li bende mersûmeke serokatîyê ye ku ji alîyê Serokê Komarê Ehmed El-Şeriʼ ve were derxistin, da ku sêyeka endamên Encumena Gel (70 endam) were dîyarkirin. Ev gav piştî temamkirina proseya hilbijartinan û ragihandina encamên endamtîyê li herêmên cuda cuda yên welat tê, da ku avakirina yekemîn Encumena Gel di qonaxa veguhêz de were temamkirin.
Sîstema hilbijartinê ya demkî ya sala 2025an, destnîşan dike ku encumen ji 210 endaman pêk tê; ku du par ji sê parên wî ji wan tên hilbijartin, û sêyeka mayî ji alîyê serokatîyê ve tê destnîşankirin.
Desteya Bilind a Hilbijartinan encamên dawî yên hejmarek parêzgeh û herêman di navbera salên 2025 û 2026an de ragihandibûn, û raporên fermî bo serokatîyê bilind kiribûn da ku mersûna destnîşankirina navan were derxistin, di dema ku kursîyên parêzgeha Siwêdayê ji ber pêkneanîna hilbijartinan li wê derê, vala man.
Piştî derçûna mersûmê, dê encumen ji bo lidarxistina rûniştina xwe ya yekem û xwendina sonda yasayî were vexwendin, û serokê encumenê, her du cîgirên wî û sekreterê giştî dê bên hilbijartin, ji bo destpêkirina erkên xwe yên yasayî.