Şam – SANA
Navenda Niştimanî ya Keşnasî û Avhewayê ragihand ku naverasta pileya germahîyê di meha Çirîya Pêşîn a bê de, dê derdora asta asayî yan kêmtirî wê be.
Navendê di rapora xwe ya mehane de ku, îro Sêşemê, li ser rûpela xwe ya Facebookê weşand, dîyar kir ku di meha bê de deverên ku herî zêde rûbirûyî baranbarînê dibin, herêmên peravî û devera Cizîrê ne; her wiha dê qaseya baranê li piranîya deverên Sûrîyê, derdora asta asayî yan bilindtir be.
Navendê di rapora xwe de da zanîn ku ev pêşbînî, xwedî taybetmendîyeke îhtîmalî ya giştî ne, û li gorî pêşketinên rewşa keşûhewayê, bi rêya raporên heftane û belavokên rojane bi berdewamî tên nûjenkirin.