Şam – SANA
Ina Frederick, Rêvebera Karûbarên Mirovî di Wezareta Derve ya Almanyayê de, berdewamîya piştgirîya ji bo başbûna Sûrîyê û nûjenkirina binesazîya wê piştrast kir. Frederick di hevdîtina xwe ya ligel SANAyê de tekezî li ser girîngîya hevahengîyê kir ji bo derbasbûna ji qonaxa hewarçûna awarte ber bi qonaxa başbûna zû û jinûveavakirrinê ve.
Şandeyeke ji 23 welatên bexşer ligel hikûmeta Sûrîyê planên çareserkirina hewcedarîyên bilez û rakirina mayînan gotûbêj kirin. Di gotûbêjan de giranî hate dayîn ser jinûveavakirina xanîyan, torên avê û dibistanan da ku mercên guncaw ji bo vegera bi mîlyonan koçber û penaberan were amadekirin.

Frederick ragihand ku sala borî zêdetirî 1000 kesan ji ber teqemenîyan canê xwe ji dest dane, lewma bexşer hewl didin alavên taybet ji bo rakirina mayînan dabîn bikin; bi armanca kêmkirina girêdana bi alîkarîyên demdirêj û peydakirina derfetê ji bo Sûrîyan da ku ji alîyê aborî û civakî ve baş bibin.