Şam-SANA
Duh Şemîyê, Wezareta Dadê ya Sûrîyê şahidîya destpêkê ya şahidekî doza tawanbar Wesîm El-Esed weşand. Ev yek di çarçoveya rêze şahidîyan de tê ku wezaretê ragihandibû ku dê piştî wergirtina moleta dadgeha peywendîdar, yek li pey yekê biweşîne.
Şahid dîyar kir ku zêdetirî bîst salan e di warê gumrik û wekaletên deryayî de kar dike. Wî got ku tawanbar di sala 2018an de ew vexwend devera El-Erîdayê û daxwaza şirîkatîya di nivîsgeheke gumrikê de lê kiriye.
Şahid di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku wî di destpêkê de ev daxwaz red kir, lê paşê ji ber zext û gefên tawanbar ên rawestandina kar, neçar ma pesend bike. Tawanbar jê re gotibû: “Yan hûn ê kar rawestînin an jî hûn ê di nivîsgehê de bibin şirîkê min”.
Şahid eşkere kir ku tawanbar kelûpel anîbûn da ku karên wan ên gumrikê werin kirin û qezenc ji bo wî be, û soz dabû ku xercîyên darayî paşê bide. Lê belê, wî dest bi daxwaza pereyan bi awayekî berdewam kir.
Şahid destnîşan jî kir ku vê rewşê wiha dom kir heta ku tibaba pereyên ku tawanbar di nava du-sê salan de wekî deyn ji wî wergirtin, gihîşt nêzîkî 200 hezar dolarî.
Tawanbar bi berdewamî gef lê dixwar
Şahid anî ziman ku mala wî nêzîkî 5 kîlometreyan ji derîyê sînorî yê El-Erîdayê dûr e û karê wî girêdayî vî derîyî ye.
Wî dîyar kir ku tawanbar bi rêya dezgehên ewlehîyê û bi girtîgehê bi berdewamî gef lê dixwarin, her wiha ew neçar dikir ku karên gumrikê yên barên wî bike, paşê tawanbar bi xwe ew bar werdigirtin û di karûbarên xwe de bi kar dianîn.
Şahid destnîşan kir ku wî paşê biryar da ku têkilîya xwe bi tawanbar re bibire û kar bi wî re rawestîne. Piştî vê biryarê, ji alîyê şaxekî ewlehîyê ve gefa girtinê lê hate xwarin, berî ku di 25ê Çiriya Paşîn a 2021ê de ji alîyê Rêveberîya Ewlehîya Dewletê li Tertûsê ve bê girtin û paşê bo Şaxê El-Xetîbê bê veguhestin, ku 34 rojan li wir girtî ma.
Şahid dîyar kir ku ew bi çendîn pirs û tawanbarîyan re rûbirû maye, wekî bikaranîna diravên ji bilî lîreyê Sûrî û çavkanîya bidestxistina wî ya dolaran.
Wî ji wan re eşkere kiriye ku karê wî wekî wekîlê deryayî ferz dike ku xercîyên benderan ên keştîyan tenê bi dolara Amerîkî bidin, ne bi lîreyê Sûrî.
Şahid destnîşan kir ku di dema girtina wî de, jê hatiye xwestin ku “lihevhatinekê” bike, lê wî tekez kiriye ku pereyên wî nînin. Zext li ser wî berdewam kirin heta ku jê hate xwestin ku 250 hezar dolarî bide li hemberî wê lihevhatinê û berdana wî.
Ew neçar ma vî pereyî bide û di dîroka 28.12.2021an de hate berdan.
Şahid dîyar kir ku nêzîkî hefteyekê piştî berdana wî, nemaze di dîroka 06.01.2022an de, Wesîm El-Esed tevî hejmarek pasevanên xwe hat mala wî û ew bir mala xwe ya li “Dahîyet El-Mecd”ê li bajarê Tertûsê.
Li wir daxwaza deh hezar dolaran lê kir bi hinceta ku wî ew ji şaxê ewlehîyê derxistiye, lê şahid ev daxwaza Wesîm El-Esed red kir.
Şahid bi berdewamî got: “Dema min dayîna pereyan red kir û min jê re got ku ez nû ji girtîgehê derketime û tu mal û milkê min nemaye, wî demançeya xwe ya 9 mîlîmetreyî derxist û berê wê da min, paşê gule berda û li lingê min ê çepê ket. Gule di alîyekî lingê min de çû û di alîyê din re derket, ku bû sedema birîndarîyeke giran. Li ser vê yekê, ez yekser bo nexweşxaneyê hatim veguhestin û ez di nav xwînê de mabûm”.
Wî eşkere kir ku Wesîm El-Esed daxwaz kiriye ku ji bijîşkan re bê gotin ku birîndarî ji ber ketina şîşeke hesin e ne ji ber guleyê, her wiha gef lê xwariye ku rastîyê nebêje yan gilî neke.
Şahid destnîşan kir ku pêwîstîya birîndarbûna wî bi neştergerîyê hebû û bû sedema kêmendambûnê, û heta niha jî jana wê dikişîne û derman werdigire.
Şahid da zanîn ku dema li nexweşxaneyê bû, nêzîkî bîst pasevanên Wesîm El-Esed li ber derîyê nexweşxaneyê belav bûbûn, ku li gorî gotina wî, ev yek bûye asteng ku ew nikaribe rastîyê ragihîne yan gilî tomar bike.
Şahid di dawîyê de dîyar kir ku piştî derketina ji nexweşxaneyê, ew matmayî bûye bi derketina biryarekê ku qedexe dike ew bikeve tu navend an qadên gumrikê li hundirê Sûrîyê. Ev yek bûye sedem ku ew nikaribe karê xwe bi awayekî rasterast bike û neçar maye kesên din bi navê xwe ji bo karên gumrikê erkdar bike.