Şam-SANA
Wezareta Geşepêdana Kargerî bi hevahengîya ligel Wezareta Geştyarîyê, derfetên kar di gelek waran de ragihandine; ku kargerî, perwerdehî, yasayî, geştyarî, teknolojî û xizmetguzarîyê li xwe digire, ew jî di çarçoveya (Rêveberîya Navendî, deste û rêveberîyên) ser bi her du wezaretan ve ne.
Wezareta Geşepêdana Kargerî dîyar kir ku parêzgehên ku kar lê tê xwestin ev in: Şam, Gundewarê Şamê, Hims, Hema, Heleb, Îdlib, Tertûs, Quneytera, Dera, Dêrezor, Hesekê, Reqa.
Wezaretê zelal kir ku hûrgilîyên cihên vala yên berdest bi rêya vê lînkê peyda bibin:
Her wiha wezaretê dema herî dawî ya wergirtina daxwaznameyên kar di dîroka 10.07.2026an de dîyar kir, û bang li kesên daxwazker kir ku di rêya vê lînkê re serlêdanê bikin: