Şam – SANA
Wezareta Geşepêdana Kargêrîyê îro lîsteyên navê kesên ku bi rengekî nerewa ji gelek wezaret û dezgehên hikûmî bi sedema beşdarîya wan a di şoreşê de û hewlêsta wan a li dijî rejîma rûxîyayî, ji kar hatine derkirin, weşand.
Lîsteyên ku bi rêya kanala telegramê ya wezaretê hatine weşadin, navê kesên van wezaretan li xwe digirt: Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Wezareta Abûrî û Pîşesazîyê, Wezareta Hawarî û Birêveberîya Karesatan, her weha Dezgeha Plandanîn û Amarê.
Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku ev gav wekî piştrastkirina pabendbûna wezaretê tê ji bo kesên jikarderkirî jî bigihêjin heqê xwe û rewşa wan li gorî çarçoveyên qanûnî were çareserkirin, her weha da dupatkirin jî ku ew gav bi gav li dûv vê kêşeyê ye ji bo çareserkirina wê bi şêweyekî ku bingeha wê dadwerîyê diparêze da xwedîyên heq bigihêjin mafên xwe.