Şam – SANA
Wezareta Navxwe destpêkirina qonaxa sêyemîn a pêşbirka efseran “Xula Rizgarkirinê” ya sala 2026an ragihand. Ev qonax ezmûnên zimanê Înglîzî û komputerê li xwe digire da ku şîyanên teknîkî û zanistî yên kesên serlêdayî binirxîne.
Wezaret bi van ezmûnan armanc dike ku kadroyên şareza yên zanistî û pîşeyî hilbijêre da ku şîyana sazûmanî xurt bike. Qeydkirin di 24ê Kanûna borî de dest pê kiribû bi armanca amadekirina serkirdeyên ku xwedî hişmendîya qanûnî û amadebaşîya pîşeyî bin.
Armanca vê xulê avakirina kesayetîya efserê ku dikare berpirsyarîyê hilgire, biryaran bide û bi rihê dilsozîyê kar bike, bi awayekî ku li gorî daxwaz û guhertinên vê qonaxê be.