Şam-SANA
Dadgeha Tawanan a Çaremîn li Şamê îro Pêncşemê, rûniştina pêncemîn a darizandina Ehmed Hesûn pêk anî. Hesûn bi sûcên handana tundûtûjîyê û rewakirina kuştinê di serdema rejîma berê de tê tohmetbarkirin.
Dadwer Fexredîn El-Uryan serokatîya rûniştinê kir û nûnerên rêxistinên mafên mirov ên niştimanî û navdewletî tê de amade bûn.
Dadgehê di dawîya rûniştinê de 24ê Tebaxê wekî dîroka rûniştina bê ji bo lêkolîn û biryardanê dîyar kir.