Şam – SANA
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûrîyê Nûredîn El-Baba, têkbirina şaneyeke terorîst a girêdayî Hizbullahê piştî şopandineke sêmehî ragihand. Ev yek piştî hewldana armancgirtina navendeke ewlehîyê li Helebê bi bombeyeke vedayî pêk hat. Hêjayî gotinê ye ku endamên wê şaneyê bi belgeyên sexte derbasî Sûrîyê bûbûn piştî ku rahênanên leşkerî dîtibûn.
Ew rahênanên ku şaneyê dîtibûn, bikaranîna dron û bombeyên vedayî ji bo operasyonên li parêzgehên (Gundewarê Şamê, Hims, Hema, Laziqîyê û Helebê) li xwe digirtin. Îstîxbarata Giştî di operasyoneke hevdem de endamên şaneyê bi serkêşîya Mihemed Mehmûd Ebdulhemîd ê bi nasnavê “Ebû Ye’rub” girtin.
Desthilatdarîyê planên kuştina kesayetên hikûmî yên pilebilind pûç kirin. Lêkolînan eşkere kir ku serkêşê şaneyê ji dema karê xwe di ewlehîya leşkerî ya rejîma berê de ji bo berjewendîya Hizbullahê hatibû erkdarkirin. Di heman demê de, El-Baba tekezî li ser tundkirina kontrolkirina sînoran kir ji bo rêgirtina li qaçaxçîtîya çek û maddeyên hişbir.