Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku efserê bi pileya emîd di hêzên rejîma hilweşîyayî de, tawanbar Xerdel Ehmed Deyûb ku berê serokê şaxa Îstîxbarata Esmanî li Derayê bû, ji ber tevlîbûna wî di kiryarên hovane û sîstematîk de li dijî sivîlan hat girtin.
Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de îro Înê got: “Li ser bingeha çavdêrîyeke hûr, yekîneyên Hêzên Ewlehîya Navxweyî operasyoneke taybet pêk anîn û tê de kesê bi navê Emîd Rukn di hêzên rejîma hilweşîyayî de û serokê berê yê şaxa Îstîxbarata Esmanî li Derayê girtin.”
Wezaretê her wiha da zanîn ku li gorî daneyên ewlehîyê û raporên lêpirsînê, dîyar bûye ku navborî di êrîşên kîmyewî di dema karê xwe yê li “Şaxa Navçeyê” li Şamê û hebûna wî li herêma Herestayê de cih girtiye. Wî serpereştîya operasyonên serkutkirinê kiriye û di hevahengîya lojîstîk de ji bo topbarankirina Xûteya Rojhilat bi çekên kîmyewî yên ku li ser asta navneteweyî qedexe ne, beşdar bûye.