Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa bi helkefta Roja Cîhanî ya Azadîya Çapemenîyê, tekezî li ser pabendbûna Sûrîyê bi serdemeke nû ya vebûn û lêpirsînê kir.
El- Mistefa îro Yekşemê li ser platforma “X”ê got: “Gava em ji serdema dîktatorî û tepisandinê derbas dibin, çapemenîya berpirsîyar ne tenê bijardeyek e, lê belê ji bo veguhastineke serkeftî pêdivîyek e.”
Wezîrê Ragihandinê destnîşan kir ku divê rojnamegerîya azad di heman demê de rojnamegerîyeke pîşeyî û exlaqî be û pabendî rastgoyî, hevsengî û berjewendîya giştî be.
Wezîrê Ragihandinê axaftina xwe bi van gotinan kuta kir: “Pêşketina me rasteqîn e û biryardarîya me ji bo berdewamîya di vê rêyê de ber bi Sûrîyeyeke azadtir û berpirsîyartir, nayê leqandin.”