Şûşa/Azerbaycan – SANA
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê Xalid Ze’rûr, bi amadebûna alîkarê xwe Mihemed Tefran, beşdarî gera çaremîn a “Korbenda Ragihandinê ya Cîhanî ya Şûşayê” bû, ku bajarê Şûşa yê Azerbaycanê di rojên 13 û 14ê Tîrmehê de mêvandarîya wê dike.
Wezareta Ragihandinê îro Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku korbend ji jêr dirûşma “Peyama ragihandinê di xurtkirina aştîyê de.. Vegerandina rastîyê û nûavakirina bawerîyê” tê lidarxistin. Korbend bi piştgirî û amadebûna Serokê Azerbaycanê Îlham Elîyev û bi beşdarîya nêzî 160 pispor, ragihêner û berpirsên ji zêdetirî 50 welatan bi rê ve diçe.

Korbend mijarên wekî rola ragihandinê di avakirina aştîyê de, exlaqê rojnamevanîyê, ewlehîya dîjîtal, têkoşîna li dijî nûçeyên sextet û bikaranîna zîrekîya çêkirî û teknolojîyên dîjîtal di sektora ragihandinê de nîqaş dike. Her wiha wê rûniştinên dîyalogê yên înteraktîf, hevdîtinên vekirî û gerên meydanî jî di korbend de hebin.



