Şam-SANA
Serokê Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz Ebdulbasit Ebdulletîf ligel tîma teknîkî ya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi dosyaya mafên milkdarîyê (xanî û erd), rêyên hevkarîya teknîkî ji bo çareserkirina vê dosyayê di çarçoveya dadwerîya veguhêz de gengeşe kirin, bi mebesta piştgirîkirina dadperwerî û mafên qurbanîyan.
Desteyê li ser kanala xwe ya Telegramê duh Înê eşkere kir ku her du alîyan di civîna ku li baregeha desteyê li Şamê pêk hat, ew zehmetîyên ku rûbirûyî gelek sivîlan dibin ku nikarin vegerin malên xwe, gotûbêj kirin.
Her wiha di gotûbêjan de behsa qadên piştgirîya teknîkî hat kirin ku NY dikare pêşkêş bike, di nav de rahênana pispor, komxebat, piştevanîya yasayî û belgekirinê. Ligel vê yekê hevkarîya di amadekirina stratejîyeke niştimanî de ji bo çareserkirina dosyaya mafên milkdarîyê û bihêzkirina hevahengîyê ligel alîyên peywendîdar hat gotûbêjkirin.



