Şam-SANA
Beşê “Pîşesazîya Sûrîyê” di çarçoveya xebatên Gera 63yan a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de, duh Înê, bû dîdevana îmzekirina sê peymanên stratejîk di navbera şaxê Sazîya Veberhênanê ya li Reqayê û her du komên Sûrî “Glory Holding” û “Kayan Trade Holding”ê de.
Armanca van peymanan jinûavakirin û geşepêdana binesazî û sazîyên geştyarî û werzişî li parêzgeha Reqayê ye; ku nûjenkirin û veberhênana Yaneya Hespsiwarîyê, avakirina Havîngeha Geştyarî ya “Cezîret Werd”ê û cîbicîkirina projeya plansazîya herêmî ya parêzgehê li xwe digirin.
Serokê Şaxê Sazîya Veberhênanê li Reqayê Basil Hemwîyê di merasîma îmzekirinê de dupat kir ku ev pêngav, pêngaveke awarte ye ber bi vejandina bîranînên stûneke kevnar û destpêkirina qonaxeke nû ya werziş û veberhênanê li parêzgehê.
Ji alîyê xwe ve, Serokê Encumena Rêveberîya Koma “Kîyan Trade Holding”ê Welîd Hindawî destnîşan kir ku her sê peymanên hatine îmzekirin di çarçoveya dîtineke berfireh a geşepêdanê de hev temam dikin; armanc jê avakirina aborîyeke piralî û pêkanîna plansazîya herêmî ya zelal ji bo Parêzgeha Reqayê ye.




